Çile 16, 2022 22:50 Asia/Tehran
  • Karwanekî din a koçberên Sûrî ji Kampa Holê hate derxistin

Teşkîlata kurdên Sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser hejmareke din ji koçberên Sûrî ji kampa Holê ya Hesekê derxist û ew şandin navçeyên wan ên li Dêrazorê. Derxistina koçberên Sûrî di bin çavdêriyeke tund ya hêzên ewlekariyê de hate kirin.

Ofîsa Karûbarê Koçberan ya Rêveberiya Xweser ragihand ku hejmara kesên ku ji kampa holê hatin derxisitin û bo Dêrazorê û gundewarên wê hatin şandin 217 kes bûn.

Ofîsa Karûbarê Koçberan ya Rêveberiya Xweser diyar dike ku bi palpiştiya encûmena bajarê Dêrazorê ev koçber der tên û dê çavdêriyê li reftarên wan bike.

Hevserokê Ofîsa Karûbarê Koçber û Rêxistinan ya Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed dibêje “Hîn hezar malbatên ku ji Dêrazorê ne li kampê hene. Piştî biryara 146 ku kampê ji Sûriyan vala bikin  heta niha me 9 hezar û 995 kesan gihand cihên wan. Di despêka salê de bûyerên kuştinê rû dan, bi taybet li hember karmendên saziyên tendirustiyê yên mirovahî. Hêviya me ew e ku civaka navnetewî alîkar be ku em karibin xelkê ji kampa Holê vala bikin.”

Li kampa Holê ku 40 km dûrî bajarê Hesekê ye nêzî 58 hezar koçber tê de dijîn, ji wan 30 hezar û 182 kes Îraqî ne, 19 hezar û 70 kes Sûrî ne û yên mayî jî ji 60 welatên cîhanê ne

Serepeyv