Çile 04, 2022 09:32 Asia/Tehran
  • Ji ber topbarana Tirkiyê bi sedan welatiyên Zirganê li bakiurê Sûriyê koçber bûn

Di encama topbarana artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, bi sedan malbat ji bajarokê Zirgan û gundên wê koçberî bajarê Hesekê û gundên wê bûne. Beşek ji koçberên Zirganê ku li kampa Telaa ya Hesekê hatine bicîh kirin, ji ber kêmasiya alîkariyan bi gazinin.

Koçberên ku ji Zirganê nû gihiştine kampa Telaa ya Hesekê, du roj in bê xwarinin û ji ber sermayê birîn li wan gur bûne.

Şeva sêşemê 21/12/2021 êrîşeke Tirkiyê li ser gundê Rebîat yê girêdayî bajarokê Zirganê pêk hat, di encamê de, pêleke nû ya koçberiyê dest pê kir. Piraniya koçberan berê xwe didin kampên Hesekê, di rewşeke mirovî zehmet de dijîn û ta niha ti alîkariyên berçav ji wan nehatine.

Kampa Telaa ya li bakur rojhilatî Hesekê, hawêr 6 hezar û 500 koçber tê de dijîn, ti aliyekî derveyî alîkariyê nadin vê Kempê tenê kurdên Sûriyê bi îmkanên kêm alîkariya wan koçberan dikin.

Rêveberiya Kar û Barê Koçberan beşekî taybet yê ji kampê ji koçberên Zirganê re veqetandiye, dibêje ku ji ber êrîş û topbarana rojane, dibe ku hejmareke zêdetir ya koçberan berê xwe bide kampê.

Li gor daxuyaniyên HSD,di nava 3 mehên derbasbûyî de artêşa Tirkiyê 32 caran gundewarên Zirgan û Til Temirê topbaran kir,di encamê de  4 kesan canên xwe ji dest dan,13 kesên din jî birîndar bûn. Her wiha 310 malbat ku malên wan nêzî eniyên şer in, koçber bûne.

Serepeyv