Kanûn 31, 2021 13:04 Asia/Tehran
  • Cinayeta nû ya Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê: Kuştina 2 jin û zarokek du salî yên sûrî

Artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê bi zêdetirî 50 topan navçeyên Til Temir û Zirgan kirin hedef û di encamê de 2 jin û zarokekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Êrişên artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeyên Til Temir û Zirganê yên parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyê didomin.

Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê duh her du navçe topbaran kirin û zêdetirî 10 gundan ji baregehên li rojhilatê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, bi 50 topên hewanê kirin hedef.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê duh saet 16:00’an navenda navça Zirgan û gundên El-Esediye, El-Xedrawî, Dede Ebdel û Bisîs, El-Niwêhat û gundê Til El-Werd ên navçeyê kirin hedef.

Her wiha mizgefta mezin a li navenda Zirganê, dema ku şênî ji bo nimêjê kom bûbûn, kirin hedef ku di encamê de welatiyê bi navê Xeşman Hesen Xelef birîndar bû.

Navên welatiyên ku li navçeya Zirganê şehîd bûne, wiha ne: Cewahêr El-Nehar û xwişka wê Cemala Mûsa El-Nehar, zarokê 2 salî Elam Elî El-Îsa.

Navên birîndaran jî wiha ne: Zarokê bi navê Mihemed Îsa El-Elî (2 salî), Ole Elî El-Îsa (5 salî), Mihemed Xelef (33 salî) û zarokê bi navê Mihemed Ebdulhemîd (1 salî).

Ev yek hemwextî berfirehkirina bombebarana artêşa Tirkiyê ya dagirker li ser gundên Til Temirê pêk hat. Her wiha gundê Til Şenan a Suryanan li rojhilatê Til Temirê û gundê Derdara li bakurê Til Temirê û gundên Um El-Kêf û Til Cuma ya Aşûrî, Til Kerabît û El-Tawîle yên li rojavayê navçeyê, gundê Belcariye yê li başûrê rojavayê navçeyê kirin hedef.

Ji ber bombebarana artêşa Tirkiyê û çeteyan ziyanek mezin gihêşt mal û milkên sivîlan.

Dagirkeriya Tirkiyê di çend rojên borî de li navçeya Zirganê komkujiyek pêk anîbû û di encamê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 14 kesên din jî birîndar bûbûn ku di nav de zarok jî hebûn.

Serepeyv