Kanûn 30, 2021 14:05 Asia/Tehran
  • HSD: Li Dêrazorê êrişî me kirin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandiye ku li gundewarê Dêrazorê êrîşî wan hatiye kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku wan êrîşek li ser hêzên xwe pûç kiriye ku şeva bihorî du çekdarên nenaskirî bi riya motorsiklekî li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk anîne.

HSDê diyar kiriye, di pevçûnê de yek ji êrîşkaran hatiye kuştin, lê yê din reviyaye û di nava malên sivîlan de xwe veşartiye.

Li gor daxuyaniyê, êrîş hat pûçkirin û dewriyên wan li navçeyê li pey şaneyên terorîstî digerin, herwiha termê kesê kuştî ji bo nexweşxanê hat veguhastin ji bo ku nasnama wî were diyarkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku di dema du rojan de ev duyemîn êrîş e ku hêzên wan li gundewarên rojhilatê Dêrazorê pûç dikin.

Serepeyv