Di encama teqînekê de li Efrînê 5 zarok birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i331006-di_encama_teqînekê_de_li_efrînê_5_zarok_birîndar_bûn
Di encama teqîna bombeyekê li navçeya Mabeta ya Efrînê de, 5 zarok birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2021 08:15 Asia/Tehran
  • Di encama teqînekê de li Efrînê 5 zarok birîndar bûn

Di encama teqîna bombeyekê li navçeya Mabeta ya Efrînê de, 5 zarok birîndar bûn.

 

Jêderekî ji Efrînê ragihandiye, duh piştî nîvro bombeyek ji paşmayên şêrr li navçeya Mabeta teqiya û di encamê de 5 zarokên koçber ên ji Idlibê birîndar bûn.

Li gorî agahîyan, ew 5 zarok ji bo wergirtina çareseriyên bijîşkî, ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin û birînên hin zarokan giran in.  

Piştî êrîşa artêşa Tirkiyê û grubên çekkdar di 20ê Çileya 2018an de li ser herêma Efrînê û dagîrkirina wê, gelek bombe ji paşmayên şer li ser rê û li nava zeviyan teqiyan û hejmarek ji sivîlan bûn qurbanî.

Di wê derbarê de çalakvanên Efrînê jî bang li rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar dikin ku kar ji bo rakirina wan paşmayiyan ji herêmê bikin, ji ber ku rojane metirsiyê li ser jiyana xelkê çêdikin.