Kanûn 25, 2021 23:09 Asia/Tehran
  • Li Efrînê çeteyên Tirkiyê bi ser gundekî de girt û gelek kes revandin

Li Efrînê ya bakurê Heleba Sûriyê çeteyên Feyleq el-Şam a girêdayî Tirkiyê bi ser gundekî de girtin û hejmarek welatiyên Kurd girtin û bi xwe re birin.

Çeteyên grûpa Feyleq el-Şam a ser bi artêşa dagirker a Tirkiyê avêtine ser gundekî nehiyeya Raco ya herêma Efrînê û hejmarek welatî desteser kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, hejmarek çeteyên Feyleq el-Şam avêtine ser gundê Penêreka ser bi nehiyeya Raco û gulle li nav gund reşandin û tirs xistine dilê gundiyan.

Li gor heman çavkaniyan, çekdarên vê grûpa terorîst hejmarek gundî girtin û bo navendeke xwe ya serbazî birin.

Ji dema ku Efrîn bi destê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê hatiye dagirkirin, roj bi roj welatiyên Kurd ên wê herêma Rojavayê Kurdistanê bi destê terorîstên girêdayî Tirkiyê tên girtin û revandin an jî kuştin û mal û milkên wan li ber çavên artêşa dagirker a Tirkiyê tên dizîn û talan kirin. Ev kiryarên li dijî mirovaniyê bûne sedem ku li Efrînê rêjeya Kurdan ji %96 dakeve %15-an.

Serepeyv