Balafireke Tirkiyê bajarê Kobanê bombebaran kir û 9 sivîk kuştin û birîndar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i330925-balafireke_tirkiyê_bajarê_kobanê_bombebaran_kir_û_9_sivîk_kuştin_û_birîndar_kirin
Balafireke bêpîlot a Tirkiyê maleke bajarê kurdnişîn ê Kobanê li bakurê Sûriyê bombebaran kir û li gor zayariyên destpêkê, qurbanî hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 25, 2021 18:09 Asia/Tehran
  • Balafireke Tirkiyê bajarê Kobanê bombebaran kir û 9 sivîk kuştin û birîndar kirin

Balafireke bêpîlot a Tirkiyê maleke bajarê kurdnişîn ê Kobanê li bakurê Sûriyê bombebaran kir û li gor zayariyên destpêkê, qurbanî hene.

Jêderekî ji bajarê Kobanê ji K24ê re ragihand, Balafireke bêpîlot a Tirkiyê maleke sivîlan li rojhilatê bajarê Kobanê bombebaran kir.

Wî jêderî da zanîn ku hêzên asayişê cihê bûyerê dorpêç kir û tîmên tendirustiyê hejmarek kes bi ambulansan ji cihê bûyerê ber bi nexweşxanê birin.

Li gor zanyariyan di encama bombebaranê de, 2 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûne.