Balafireke Tirkiyê bajarê Kobanê bombebaran kir û 9 sivîk kuştin û birîndar kirin
Kanûn 25, 2021 21:39 Asia/Tehran
Balafireke bêpîlot a Tirkiyê maleke bajarê kurdnişîn ê Kobanê li bakurê Sûriyê bombebaran kir û li gor zayariyên destpêkê, qurbanî hene.
Jêderekî ji bajarê Kobanê ji K24ê re ragihand, Balafireke bêpîlot a Tirkiyê maleke sivîlan li rojhilatê bajarê Kobanê bombebaran kir.
Wî jêderî da zanîn ku hêzên asayişê cihê bûyerê dorpêç kir û tîmên tendirustiyê hejmarek kes bi ambulansan ji cihê bûyerê ber bi nexweşxanê birin.
Li gor zanyariyan di encama bombebaranê de, 2 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûne.