Kanûn 22, 2021 18:07 Asia/Tehran
  •  Li Efrînê 65 mamosteyên Kurd ji karê xwe hatine dûrxistin

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn ragihandiye, ji dema dagîrkirina Efrînê ve heta niha zêdetir ji 65 mamosteyên Kurd ji karê xwe hatine dûrxistin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Zanyariyên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn ve hatine ragihandin, diyar dikin ku ji 18ê Adara 2018an ve heta niha, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar bêhtir ji 65 mamosteyên Kurd ji karê wan li dibistanên Herêma Efrînê dûr xistine.

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn daye xuyakirin hejmarek mamosteyên Kurd li Efrînê neçar bûne di jêr serdestiya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de dest ji mamostetiyê berdin.

Li gorî heman zanyariyan, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar, li şûna mamosteyên Kurd ên Efrînê, kesên koçberên hawirdekirî danîne, ku gelek ji wan bawernameyên wan ên fermî jî nînin ku waneyan bidin.

Di heman çarçoveyê de, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar, roj Yekşema bihorî, wanedan li dibistana (Narîn) a Kurdên Êzdî rawestandin, ew jî bi behaneya ku ew dibistan hizrên dijberî ola Îslamê belav dike.

Serepeyv