Kanûn 20, 2021 09:46 Asia/Tehran
  • Itîlafa Opozisyona Sûriyê Nesir Herîrî ji Desteya Danûstandinan dûr xist

Itîlafa Opozisyona Sûriyê, Nesir Herîrî ji endamtiya Komîteya Danûstandkar dûr xist. Itîlafa Opozisyona Sûriyê heta niha sedemên dûrxistina Herîrî eşkere nekirine.

Li gor hinek çavdêran, Nesir Herîrî ku pêştir di sala 2020an de Serokê Itîlafê û Serokê Komîteya Danûstandkar a Opozisyonê bû, Erebistana Siûdî jê nerazî ye û bi dûrxistina wî Itîlaf dixwaze peywendiyên xwe bi Rejîma Siûdiyê re baş bike.

Tê çaverêkirin ku di çend rojên bê de şandeke Itîlafê û Heyet El Tensîq serdana Erebistana Siûdî bike.

Berî 2 rojan jî Serokê Itîlafê, Salim El Muslit bi telefonê ligel nûnerê Siûdiyê li Netewên Yekgirtî Abdullah El Muelimî axifîbû û li gor îdiaya wî ji ber piştgiriya Siûdiyê ji bo gelê Sûriyê spasiya wî kiribû.

Herîrî sala 1977an  li bajarê Deraa yê Sûriyê ji dayik bûye, 20ê Mijdara 2017an bibû Serokê Desteya Danûstandkar a Opozisyonê li Cinêvê, li cihê Riyad Hijab ku wê demê dest ji kar berdabû.

Serepeyv