Kanûn 16, 2021 20:21 Asia/Tehran
  • Hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên Tirkiyê dîlgirtî bi hev re guhartin

Hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk gelek dîlgirtî yên ji rojhilatê Helebê bi garantiya rûsî –tirkî bi hev guhartin.

Çavkaniyan ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) re daxuyand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê ya dagirker di gel dergeha Ebû El-Zendên a li rojhilatê Helebê de bi garantiyên rûsî-tirkî bi hev guhartin. Her aliyekî 5 kes dan hev. Lê zanyariyên derbarê nasnamên wan dîlgirtiyan de nehatine eşkerekirin.

SOHR’ê da zanîn ku di Tîrmeha îsal de hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Sultan Murat ên girêdayî dewleta Tirkiyê li dergeha Ebû El-Zendên a nêzî bajarê Babê yê li rojhilatê Helebê de kesên dîl girtine bi hev re guhartin. Ji her aliyekî 5 kesên dîlgirtî bi hev hatin guhartin. Lê çeteyên Sultan Murat nehişt dezgehên çapemeniyê derbasî dergehê bibin û bişopînin. Lê SOHR’ê eşkere kir ku nehatiye diyarkirin ew kes sivîl in an leşker.

Serepeyv