Kanûn 13, 2021 21:58 Asia/Tehran
  • Êrîşa bi roketan li dijî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Dêrazora Sûriyê

Çavkaniyên medyayî ragihandin ku bi roketan êrişî baregeheke neqanûnî ya hêzên têrorîst ên Amerîkayê li Dêrazora Sûriyê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, baregeheke Amerîkayê ya li kêlgeha meydana petrolê ya "Omer" li rojhilatê parêzgeha Dêrazorê, roja Duşemê bû armanca êrişên mûşekan ku jêdera wê ne diyar e.

Çavkaniyên xwecihî yên li derdora baregehê gotin ku wan dengên 4 teqînên bi dû hev bihîstiye û piştre rabûna dû û dûman ji meydana Omer bilind bûye.

Piştî teqînan, helîkopterên Amerîkî bi lez li esmanê qada petrolê ya Omer firiyan.

Berî van êrîşan, çend çekdaran jî êrîşî bingeheke hêzên ser bi Amerîkayê li bajarokê Zîban, li nêzîkî Meydana El-Omer kiribûn.

Çavkaniyên herêmî îro danê sibê jî ragihandin ku 3 sivîlên sûrî di encama operasyoneke veguhestina bi helîkopteran  ya leşkerên Amerîkî de li herêma El-Besîra ya Dêrazorê hatine kuştin.

Ajansa SANA ya Sûriyê di vê barê de ragihand ku leşkerên amerîkî îro duşemê bi cihanîna operasiyona veguhestina bi helîkopteran ji bilî kuştina van sê sivîlan çend sivîlên din jî birîndar kirin.

Serepeyv