Li nêzî baregeha Tenefê ya amerîkiyan du teqînên giran rû dan
Îro di saetên sibê de du teqînên dijwar li herêma 55`an a li sêgoşeya sînorê di navbera Sûriyê – Iraq-Urdunê li başûrê rojhilata Sûriyê de anku nêzî baregeha Tenef a hêzên Koalisyona Amerîkî, rû dan.
Teşkîlata bi navê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ser vê bûyerê ragihand ku li herêma 55`an a sêgoşeya sînorê di navbera Sûriyê – Iraq-Urdunê de di nava çolistana başûrê rojhilatê Sûriyê de du teqînên dijwar pêk hat.
Piştî ku balafir û helîkoptirên girêdayî koalisyonê li herêmê geriyan teqîna yekemîn li herêmê rû da û paşê teqîneke dijwartir pêk hat.
Herwiha duh Şemiyê jî baregeheke Amerîkî li kêlgeha meydana petrolê ya Konîko li Dêrezorê, li Sûriyê, rastî êrişa roket û mûşekan hat.
Çavkaniyên xwecihî li derdora parêzgeha Hesekê ya Sûriyê jî di destpêka vê mehê (Kanûna paşîn) de teqînên giran li baregeheke neqanûnî ya Amerîkî li gundê Xerab el-Cir, pênc kîlometran dûrî bajarokê sînorî yê Elîerebiye, ragihandin. Teqîn di encama 4 roketên ku ji balafireke bêmirov hatin avêtin pêk hatin.
Gelek êrîş li ser bingehên leşkerî yên neqanûnî yên Amerîkî tên kirin, eva di demekê de ye ku hikûmeta Sûrî hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyê neqanûnî û dagîrkerî dizane. Amerîkiyên ku bi behaneya şerê li dijî DAIŞê û ji bo jinavbirina xîlafeta îdiakirî ya vê koma têrorîst hatine Sûriyê, lê hîn jî li Sûriyê mane.