Kanûn 03, 2021 16:40 Asia/Tehran
  • Li Efrînê 3 kesên din ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, 2 mêr û jinekê ji gundekî Efrînê revandin

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kesên sivîl revandin di nava wan de jinek heye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar “Polîsa Leşkerî” roja 1ê Berçile bi ser gundê Kefir Sefre yê ser bi navçeya Cindirêsê ve girtin û ketin hejmarek malên gund û dest bi lêgerînê kir.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê her wiha diyar kir ku, çekdaran 3 welatiyên bi navê Ebdulrehman Brîmce, Ebdulla Xelîl Murad û Şamîran Xelîl Hesen revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê her wiha ragihand ku Ebdulrehman Birimce û Ebdulla Xelîl Murad ev cara duyem e ji aliyê çekdaran ve têne revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan dibêje, artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wan ve heta niha bi awayên curbicur hewl didin zextê li Kurdên Efrînê dikin, ji bo koçber bibin û ew jî destên xwe deynin ser mal û milkên wan.

Serepeyv