Fermandarê komeke girêdayî Tirkiyê li Serê Kaniyê hat kuştin
Li herêma Serê Kaniyê ya Bakurê Sûriyê, fermandarê komeke çekdar a girêdayî Tirkiyê bi destê çekdarekî ji komeke din hat kuştin.
Li gorî rapora Rûdawê, Rojnamevanê Kurd Orhan Kemal, ku xelkê Serê Kaniyê ye ji Rûdawê re ragihand ku serê sibeha îro, Yekşemê, Ebdulkerîm el-Hesen, ku bi navê Ebû el-Hesen tê naskirin, fermandarê grûpa bi navê 'Şuhedaa Lîwa Bedir' li gundê Megtelê li rojavayê Serê Kaniyê hatiye kuştin.
Orhan Kemal da zanîn ku kuştina Ebû el Hesen di çarçoveya tesfiyeyên navxwe û şerê di navbera grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de tê.
Rojnamevanê Kurd herwiha ji Rûdawê re eşkere kir ku di nakokiyên navxwe de, Ebdulkerîm el Hesen pişta xwe bi grûpa Siltan Mûrad ku herî nêzîkî Tirkiyê ye germ dikir.
Serê Kaniyê li gel bajarê Girê Spî, Cotmeha 2019an di encama êrişeke berfireh de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.
Di encama wê êrişa Tirkiyê û grûpên çekdar de bi sed hezaran Kurdên wan herêman ji cih û warên xwe bûbûn û çekdaran dest bi ser malên wan de girtibûn.