Mijdar 15, 2021 23:57 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ewropayê 4 wezîrên Sûriyê boykot kirin

Yekîtiya Ewropayê di dewama kiryarên xwe yên dijminane li dijî Sûriyê, navê 4 wezîrên sûrî danî nav lîsteya kesên din bin boykota vê yekîtiyê.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Konseya Ewropayê roja duşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, ji îro va navê Emro Salim wezîrê ticareta navxweyî û piştgiriya ji bikarêneran, Diyala Bereket wezîrê karên hundir, Muhemed Seyfedîn wezîrê karê û Botros Helaq wezîrê ragihandinê yê Sûriyê ketiye nav lîsteya kesên boykotkirî yên Yekîtiya Ewropayê.

Aniha 287 rayedar û 70 saziyên têkildarî dewleta Sûriyê bi tawanên pûç ketine lîsteya boykotên Yekîtiya Ewropayê.

 

 

Serepeyv