Mijdar 12, 2021 12:49 Asia/Tehran
  • Sûriye û Iraqê ji ber kêmbûna heqê ava çemên Firat û Dijleyê neraazîtî nîşanî Tirkiyê dan

Welatên Sûriye û Iraqê ji ber kêmbûna heqê ava çemên Firat û Dijleyê neraazîtî nîşanî Tirkiyê dan.

Li gorî rapora IRNAyê, Rexneya Sûriye û Iraqê li Tirkiyê di civîna mecazî ya wezîrên çavkaniyên avê yên du welatan hat hilêxistin.

Ev civîn bi armanca vekolandina pirsgirêkên avî yên du aliyan, bandorên nerênî yên alûgorên keşwûhewa û astengîderxistina aliyê tirkiyeyî derbarê kêmkirina heqê ava du welatan ji çemên Dijle û Firatê hatiye lidarxistin.

Temam Re'id, wezîrê çavkaniyên avê yê Sûriyê li ser pêwîstiya xebata hevpaar a du aliyan, danûstandina agahiyan, têkiliyên teknîkî û pratîkî derbarê rêkarên avî ji bo dabînkirina berjwendiyên sûrî-iraqî tekez kir.

 

Projeyên Tirkiyê ji bo çêkirina bendav û hêzgeha avî li ser çemên Firat û Dijleyê hegera rexneya Sûriye û Iraqê ye. Dewama cihanîna van projeyan dê ava ku ji van du çeman digihêje Iraq û Sûriyê, zêdetir ji berê kêm bike.

 

Serepeyv