Mijdar 09, 2021 20:36 Asia/Tehran
  • Balafirên Tirkiyê otomobîlek di nav Qamişloyê li bakurê rojhilatê Sûriyê de bordûman kir

Di çarçêva êriş û desdirêjiyên dewleta Tirkiyê li Sûriyê balafireke bêmirov a Tirkiyê otomobîlek li bajarê kurdî yê Qamişloyê li bakurê rojhilatê Sûriyê bombebaran kir

Li gorî gotina şahîdan, balafireke bêmirov a artêşa Tirkiyê otomobile li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê bombebaran kir. 

Li gor zanyariyên BasNewsê di encama bombebaranê de, otomobîl bi temamî şewitiye û kuştî û birîndar jî hene.

Dewleta Tirkiyê di bêdengiya civaka navneteweyî de desdirêjî û binpêkirinên xwe li bajar û gundên Sûriyê bi taybet li dijî kurdên vî welatî zêde kirine û her roj gefa êrişa ser herêmên kurdî li Sûriyê dixwe.

Serepeyv