Hêrsa gelê Sûriyê li ser dagirkeriya Tirkiyê
Şêniyên herêma Til Rifat a Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwepêşandaneke lidarxisin û li dijî Erdogan û hikûmeta wî ya dagirker û çeteyên wî slogan avêtin.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya SANA`yê, xelkê bajarê Tel Rifatê ya ser bi bajarê Helebê yê Sûriyê, li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî Enqerê, çalakiyek nerazîbûnê lidar xistin û cinayet û tawanên wan şermezar kirin.
Di mîtîngê de ku hejmarek ji cotkar, karker, xwendekar û endezyaran tê de beşdar bûn, alên Sûriyê hilgirtin û dirûşme û pankartên şermezarkirina hebûna neqanûnî ya artêşa Tirk a dagirker û çete û ajanên wê li ser axa Sûriyê hilgirtin.
Xelkê Til Rifatê di vê xwepêşandanê de careke din piştgiriya xwe ji artêşa Sûriyê re anîn ziman.
Artêşa Tirkiyê di 9ê Cotmeha 2019an de bi behaneya şerê li dijî terorê û paqijkirina sînorê Sûriyê-Tirkiyê ji hebûna grûpên opozisyona kurdî ku Enqere wan bi terorê bi nav dike, derbasî nav axa Sûriyê bû.
Hikûmeta Şamê bi caran hebûna leşkerên Tirkiyê û çeteyên wê li nav axa Sûriyê protesto kiriye.