Medyaya Rûsî: Rûsyayê 20 firokeyên cengî şandin Qamişlo
Çend malperên nêzî Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê nivîsîne ku piştî gefên Tirkiyê yên jibo destpêkirina operasyoneke nû di nav axa Sûriyê de û êrişa li ser bakura Sûriyê, Rûsyayê 20 firokeyên cengî şandin Sûriyê û li baregaha Rûsî ya li Qamişlo hatin bicihkirin.
Nûçegihanê Rûdawê ji Moskowê ragihand ku medyaya Rûsî behsa veguhestina 4 firokeyên MiG-29, 5 firokeyên Su-35 û 12 firokeyên Su-34 bo baregeha hewayî ya Rûsî li Qamişlo dikin.
Çavkanî herwiha ragihandine ku herî kêm 2 helîkopterên êrîşkar ên ji corê Ka-52 jî li baregeha hêzên esmanî ya Rûsyayê li Qamişlo hatine dîtin.
Hin jêder îdîa dikin ku, firokeyên cengî rasterast ji nav axa Rûsyayê bi riya esmanê Îran û Iraqê re derbasî axa Sûrî bûne.
Ev yek di wê demê de ye ku Tirkiyê berî niha Rûsya bi piştgirîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tometbar kiribû.
Heya niha ti şîroveyên fermî li ser vê yekê ji fermandariya hêzên esmanî yên Rûsyayê li Sûriyê tuneye.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî debrarê veguhastina firokeyên cengî yên bo Binkeya Leşkerî ya Rûsya ya li Firokexana Qamişlo ti daxuyaniyek belav nekiriye.