Sûriyê dirêjkirina dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir
Cotmeh 31, 2021 19:44 Asia/Tehran
Rayedarekî berpirs li Wezareta karên derve ya Sûriyê got: Şam kiryara Tirkiyê ya dirêjkirina hebûna hêzên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê bo heyama du salên din şermezar dike.
Li gorî rapora SANA Newsê, Rayedarekî berpirs li Wezareta karên derve ya Sûriyê roja Yekşemiyê got: Siyaseta serokomarê Tirkiyê bi destdirêjiya leşkerî ser axa Sûriyê û binpêkirina biryarnameyên Konseya Ewlehiy derbarê vî welatî xeterek li dijî aştî û ewlehiya navçe û cîhanê ye.
Sûriye li gorî rêziknameya NY û qanûnên navneteweyî berevaniya ji serxwebûnm hakimiyet û yekparçetiyê mafê xwe yê tekûz dizane û ji bo sekinîna dijî destdirêjiyên Tirkiyê û azadkirina tam a erdên Sûriyê dê hemî derfet û tevdîrên ku qanûnên navneteweyî rewa dane zanîn, bi kar bîne.