SANA: 24 terorîst û sûçkarên şewitandinên bi qesd ve hatin îdamkirin
Cotmeh 21, 2021 21:59 Asia/Tehran
Li Sûriyê 24 kes bi sûça kiryarên terorîstî û derxistina şewatên li Sûriyê hatin bidarvekirin.
Ajansa SANA ya hikûmeta Sûriyê eşkere kir: “Şeva borî 24 mehkûm û sûçkar hatin bidarvekirin, ji ber encamdana çend kiryarên terorîstî yên şewitandinê, ku di wan bûyeran de çend kesan canê xwe ji dest dabûn û gelek zirarên madî gihiştibûn jêrxana Sûriyê.”
Vê ajansê herwiha ragihand: “Ew 24 kes di şewatên dawiya havîna borî de, madeyên sotemenî yên bihêz bi kar anîne û ji ber vê yekê zirareke mezin gihêşt serweta giştî û taybet.”