Artêşa Tirkiyê û çeteyan li Til Temirê Dêr, dibistan, goristan û navenda veguhestina kehrebeyê kirin hedef
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li gundê Til Cûma yê Asuriyan ê Til Temirê li bakurê Sûriyê dibistanek, goristanek û navenda veguhestina kehrebeyê kirin hedef û dêra gund hilweşandin.
Ji beriya du rojan ve, gundê Til Cuma yê Asuriyan ê dikeve rojavayê navenda navça Til Temirê bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve tê topbarankirin.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên herêmê di topbaranê de, dibistan, goristan û navenda veguhestina kehrebeyê rasterast bûn hedef û ziyan gihiştin wan. Her wiha ji ber topbaranê dêra gund hilweşiya.
Ev dibistan a 5'an li gundewarê Til Temirê ye ku dibe hedefa artêşa Tirkiyê a dagirker û çeteyên wê .
Bi van êrişan dewleta Tirkiyê qanûnên navneteweyî bin pê dike. Her wiha bi hedefgirtina goristanên gundên Til Şenan û Til Cûma hurmeta goristan bin pê dike.