Îlon 27, 2021 15:52 Asia/Tehran
  • Li Efrînê di êrişa balafirên Rûsyayê de 11 çeteyên ser bi Tirkiyê hatin kuştin

Di bordûmana balafirên Rûsyayê de li Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê herî kêm 11 çeteyên ser bi Tirkiyê hatin kuştin.

Balafirên şer yên Rûsyayê eva du rojan in ku li ser hev pêgehên çete û terorîstên ser bi Dewleta Tirkiyê yên li derdora bajarê Efrînê bordûman dike.

Dezgeha çavdêriya mafên mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Londonê ye, ragihandiye, di wan êrişan de herî kêm 11 çeteyên grûba Tabûra Hemze ku Tirkiyê jê piştgiriyê dike hatine kuştin û gelek çeteyên din jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro rûniştinekê lidar têxe ku yek ji mjiarên sereke tê de tê hilkolandin guhertin û bûyerên li Sûriyê ye. 

Serepeyv