Îlon 23, 2021 17:49 Asia/Tehran
  • HSD'ê bîlançoya êrişên Artêşa Tirkiyê li dijî gundê Dibis eşkere kir

Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) encama êrişên dewleta Tirkiyê a li dijî gundê Dibis eşkere kir. Di encama êrişê de sivîlek şehîd bû û 5 kes jî birîndar bûn. Hêzên HSD'ê hewldanên artêşa Tirkiyê ya dagirkirina gundê Dibis têk bir.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ku gelek bajar û gundên Sûriyê dagir kirine, duh êrişeke dagirkirinê li dijî gundê Dibis yê bakur rojavayê Eyn Îsa pêk anî.

HSDê bersiva êrişê dan û hewldana dagirkirina gund têk bir. Navenda Ragihandinê ya HSDê derbarê zirarên êrişê de daxuyaniyek da û tê de ragihand:" Dagirkeriya Tirkitê û çeteyên wê di 22'yê Îlonê de di saet 3:45'an de êrişî gundê Dibis yê bakur rojavayî Eyn Îsa kir û hewl da ku gund dagir bike û riya M4 ya navnetewyî têxe bin kontrola xwe. lê şervanên HSDê bersiv da êrişan û hewldanên dagirkirina gund têk bir. Her wiha di encama bersivdana hêzên HSDê de 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn."

Têkildarî hedefgirtina sivîlan,HSDê diyar kiriye ku di encama êrişa artêşa Tirkiyê û çeteyan hat kuştin û 4 sivîl jî birîndar bûn.

HSD derbarê propagandeyên Tirkiyê jî got: " Dagirkeriya Tirk piştî êrişê bi riya malperên xwe yên fermî yên medyaya dîjîtal nûçeyên derew belav kirin û hew da ku raya giştî bixapîne û xwe wekî parêzvan nîşan bide. Dewleta Tirk îdîayên derew belav dike, wekî ku şervanên me ew êriş pêk anîne, lê ew nikare bi derewan rastiya sûcên xwe veşêre.

Serepeyv