Îlon 23, 2021 17:20 Asia/Tehran
  • Li devera kurdî ya bakurê rojavayê Sûriyê mayînek teqiya 4 zarokan birîndar bûn

Li devera dagirkirî ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ya herêma Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê mayînek bi 4 zarokan de teqiya. Her 4 zarok birîdar bûne û ew rakirine nexweşxanê.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, Ibrahîm Şêxo, ji navçeya Şehbayê got: “bûyer îro danê êvarê li navçeya Ehdas a Şehbayê qewmî.”

Ibrahîm Şêxo diyar kir, “di encama teqîna mayînê de, 4 zarokên koçberên Efrînê birîndar bûne.”

Li gor agahiyên ajanseke nêzîkî teşkîlata kurdên Sûriyê ve, zarokan mayînek dîtine û pê lîstine û ji nişkê ve teqiyaye.

Li gor ajansa Hawar a nêzîkî Rêveberiya Xweser nav û temenê wan zarokan bi vî awayî ye: “Ismet Teter Exres 12 salî, Mihemed Teter Exres 6 salî, Zuhêr Teter Exres 14 salî û Rulaf Mihemed Elî 8 salî.”

Her li gorî Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, “zarokên birîndar birine Nexweşxana Efrînê li bajarokê Fafînê, lê ji ber giranbûna birîna zaroka bi navê Rulaf, ew rakirine nexweşxana bajarê Helebê.”

Herwiha hatiye gotin, mayîn ji bermahiyên DAIŞê yên salên bihorî bûye.

Koçberên Efrînê li navçeyên Şehbayê gelek caran bûne qurbaniyên teqîna mayînan, ku ji paşmayên çekdarên DAIŞê li wan navçeyan mane.

Serepeyv