Artêşa Tirkiyê bajarên Sûriyê topbaran kirin
Îlon 19, 2021 14:17 Asia/Tehran
Tirkiyê di dewama destdirêjiyên xwe ser Sûriyê, bi topxxaneyê êrîşî çend bajarên bakurê vî welatî kir.
Li gorî rapora Mehr Newsê, Çavkaniyên sûrî ragihand ku leşkerên Tirkiyê û komên terorîst ên girêdayî bi wan êrîşî sser bajar û gundên derdora Til Temirê li bakurê Sûriyê kir.
Li gorî gotina çavkaniyên xwecihî, leşkerên Tirkiyê û mîlîtanên ser bi wan êrîşî ser gund û bajarên derdora Hesekeyê kiriye.
Van çavkaniyan destnîşan kir, Hêzên Tirkiyê û komên terorîst ên ser bi wan sibeha îro bi topên hawanê malên welatiyan li gundê Derdareyê li bakurê bajarê Til Temirê dane ber êrîşê.