Îlon 13, 2021 16:19 Asia/Tehran
  • HRE: 11 çeteyên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihandine ku li devera Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê di 2 operasyonan de, hêzên wan 11 çeteyên girêdayî Tirkiyê kuştine û 4 çete jî birîndar kirine.

HREyê di daxuyaniyekê de ku li ser hesaba xwe ya Telegramê belav kiriye, dibêje ku şervanên wan di herdu rojên 7 û 10 Îlonê de, li dijî grûpên çete yên ser bi Tirkiyê ve êriş pêk anîne û di encama wan êrişan de 11 çete kuştine û 4 çeteyên din birîndar kirine.

HREyê herwiha li ser Twittera xwe jî dîmenên êrişên li dijî grûpên çete yên girêdayî Tirkiyê belav kirine ku têde tê xuyakirin, binkeyên leşkerî yên çeteyan bi çekên giran tên armanckirin.

HRE di daxuyaniya xwe de dibêje ku di roja 7`ê Îlonê de, hêzên wê li navçeya Şera li hemberî baregeheke artêşa Tirkiyê û çeteyan êrişa serdagirtinê li dar xistin. Di encama vê êrişê de, 5 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn, motorek û doçkayek hatin rûxandin. Di vê êrişê de her wiha gelek çekên curbicur ketin destê HRE.

HRE herwiha dibêje ku di roja 9ê Îlonê de jî li gundê Til Malid yê girêdayî navçeya Marê, di encama êrişa hêzêpn wê de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû. Di roja 10`ê Îlonê de, li gundê Kil Cibrîn ya Ezazê di encama êrişeke taybet de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.”

Heta niha ne Tirkiyê û ne jî komên çete tu daxuyanî derbarê wan herdu êrîşan de nedane.

Serepeyv