Îlon 10, 2021 23:31 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên Minbic û Til Temir topbaran dikin

Artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên ser bi wê gundên Minbicê û gundê Derdara yê dikeve bakurê navça Til Temirê topbaran dikin û di van êrişan de berî her kesî xelkê sivîl bûne hedef.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku ji saetên sibehê ve, artêşa Tirkiyê a dagirker ji bargehên ku li gundên Yaşlî, Toxara Biçûk yên bakurê rojhilat û bakurê rojavayê bajarê Minbicê ava kirine, gundên tije sivîl ên li xeta di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirkiyê de topbaran dike.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Tirkiyê gundên Um Edese, Dendeliyê û Girê Camûsiyê ku tije sivîl in û baxçeyên wan topbaran dikin.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirkiyê gundê Cebla Seyade yê dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê dan ber 10 topên hawnê.

Her wiha derdora gundê Toxara Mezin û Mehsenlî jî bi hawnan hatin topbarankirin, di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Ji aliyê din ve artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundê Derdara yê dikeve bakurê navçeya Til Temirê jî li ser rêya Zirganê, bi obîs û hawnan topbaran dikin û ziyanê digihînin sivîlan.

Serepeyv