Îlon 10, 2021 21:35 Asia/Tehran
  • Meclîsa Leşkerî ya Babê: 12 leşker û 10 çeteyên dewleta Tirkiyê hatin kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Babê ragihand ku li gundê Yaşlî yê Bab li bakura Sûriyê ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kirine, çalakiyeke bersivdanê hatiye lidarxistin û di encamê de 12 leşkerên Tirkiyê û 10 çeteyên wê hatine kuştin.

Meclîsa Leşkerî ya Babê têkildarî çalakiya xwe ya 7 îlonê li dijî Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li devera Babê ku navê çalakiyê tolhildana cinayetên Tirkiyê lê kiriye daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de ragihand ku hêzên wê li dijî qereqola artêşa Tirkiyê û çeteyan li gundê Yaşlî êrişeke bi serketî cih anîn û bi ser 3 çeperên wan girtin û ew roxandin. Di encama vê çalakiyê de beşekî mezin yê avahiya qereqolê, maşîneyên zirxî û çeper hatine îmhakirin. Her weha mewzî, wesayîtên zirxî û çekên giran yên qereqolên derdorê ku parastina wê dikirin jî bi awayekî bibandor hatin lêdan û derbeyeke mezin li artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ketin.

Meclîsa Leşkerî ya Babê di dewama  de diyar kir ku di vê êrişê de 12 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin,11 leşker birîndar bûn ku rewşa 3 ji wan xirab e. Her wiha di vê êrişê de10 çete jî hatin kuştin û 10 çete jî birîndar bûn.

Meclîsa Leşkerî ya Babê dibêje ku di encama vê çalakiyê de hêzekî wê birîndar bû û şervanên wê yên din ku çalakî kirine bi awayekî serketî vegeriyan baregehên xwe.

Hêjayî gotinê ye ku 19'ê Tebaxê di encama êrişa artêşa Tirkiyê û çeteyan li dijî Navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de endamekî Konseya Leşkerî ya HSD’ê û endamekî YPJ’ê  û 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hatin kuştin. Her wiha di heman rojê de li ser rêka Elî Fero di encama bombebarana balafirên Tirkiyê ser makînekê endamekî YPG hat kuştin.

Her wiha di vê pêvajoyê de artêşa Tirkiyê û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmên sivîl bênavber berdewam kirin û di encama van êrişan de bi dehan sivîl ji wan çend jin û zarokan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Serepeyv