Îlon 08, 2021 12:31 Asia/Tehran
  • Li Babê ya bakurê Sûriyê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û komek jî birîndar bûn

Li bajarê El-Babê yê Sûriyê ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kiriye, baregeheke arteşa Tirkiyê hat topbarankirn û di encam de leşkerek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiye ragihand ku li bajarê Babê bi roketan êrîşe baregeheke artêşa wan hatiye kirin û di encamê de efserekî wan bi navê Muammer Yigit canê xwe ji dest daye û 4 leşker jî birîndar bûne.

Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxana Dewletê ya Kîlîsê li Kurdistana Tirkiyê û termê leşkerê canê xwe ji dest daye jî ji bo Saziya Pizîşkî ya Dadî ya parêzgeha Dîlokê hatiye şandin.

Termê leşkerê Tirkiyê yê ku hatiye kuştin bi firokeyê şandin bajarê Tokatê.

Serepeyv