Li bakur û rojhilatê Sûriyê 149 kesên din bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i328633-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_149_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Desteya Tendirustiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand, 149 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 02, 2021 17:12 Asia/Tehran
  • Li bakur û rojhilatê Sûriyê 149 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand, 149 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 149 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 2 kesên din jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên ku li bakur û rojhilatê Sûriyê bi vîrûsa Koronayê ketine gihiştiye 20 hezar û 798 kesan, ji wan hezar û 960 kes baş bûne û 788 kesan jî canê xwe ji dest dane.