Tebax 31, 2021 13:29 Asia/Tehran
  •  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest da

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Desteya Tendirustiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand; 130 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest daye.

 

Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 130 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 4 kesên din jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 20316 kesan, ji wan 1954 kes baş bûne û 788 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Serepeyv