YPG: Ti têkiliya me bi mûşekbarana Efrînê re tune ye
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya kurdên Sûriyê ragihand ku ti têkiliya hêzên wan bi topbarana roja Çarşemê 18 Tebaxê li ser bajarê Efrînê re tune ye.
Çarşemê 18 Tebaxê navenda bajarê Efrînê bi mûşekan hatibû topbarankirin û Tirkiyê YPGê bi topbarana li ser bajêr, tohmetbar kiribû.
Navenda Ragihandinê ya YPGê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkiliya hêzên xwe bi wê topbaranê red kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Ti têkiliya me bi bûyera ku Çarşemê 18 Tebaxê li Efrînê çêbû, tune ye. Tevî ku me gelek caran da xuyakirin ku li herêma navborî tu hêzên me nînin jî, dewleta Tirk her tim hewl dide bûyerên li vê herêmê diqewimin, biavêje ser me. Nûçe û îdiayên bi vî awayî dûrî rastiyê ne.”
Çarşemê 18 Tebaxê derdora saet 14:30 çend mûşek li nava bajarê Efrînê li taxa sivîlan û li benzînexaneyekê ketin û agir bi benzînxanê ket.
Di encama ketina mûşekan de, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn û 4 kes jî birîndar bûn.