Tebax 12, 2021 21:11 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyan li Efrîna dagirkirî 19 kes revandin

Artêşa Tirkiyê,,4 şêniyên gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, revandin. Her wiha navên 9 sivîlên ji gundê Qurtqulaq ê navçeya Şerayê ku duh ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin, eşkera bû.

Çavkaniyekî taybet ragihand ku çeteyên dewleta Tirkiyê di 10`ê Tebaxê de 4 sivîl ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, revandin.

Çavkanî got çeteyan ew kes birine girtîgeha gundê Îska yê navçeya Şêrewa û li hemberî berdana wan fidye ji malbatên wan xwestiye.

Çavkanî her wiha navên 9 sivîlên ji gundê Qurtqulaqa Mezin ê navçeya Şera ya Efrînê ku çeteyên Sultan Murad 15 sivîl lê revandibûn, eşkere kirin. Li gorî çavkanî navên wan kesan wiha ne; Mihemed Berekat (60 salî), Îbiş Berekat (20 salî), Luqman Hemade (20 salî), Ehmed Ednan Mistefa (26 salî), Ednan Mistefa (55 salî), Ednan Berekat, Ebdîn Elî Şebab, Mihemed Şêx Ehmed û Luqman Şêx Ehmed.

Çeteyên dewleta Tirkiyê ya dagirker mala Mihemed Berekat ku tevî kurê xwe Îbiş Berekat hatiye revandin, her wiha zêdetirî 20 malên din ên heman gundî rûxandibûn.

Çavkanî diyar kir ku Mihemd Berekat pir nexweş bû, tevî vê yekê jî hate revandin.

Serepeyv