Tebax 11, 2021 12:14 Asia/Tehran
  • Efrîna dagirbûyî; Komeke çekdar a ser bi Tirkiyê darzeytûnên welatiyan dibire

Li herêma Efrînê ya bakurê Sûriyê grûpeke çekdar hejmareke darên zeytûnên welatiyan li nehiyeya Cindirêsê birîne.

 

Li gorî nûçeya Rûdawê, Çavkaniyeke taybet ji herêma Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, grûpeke çekdar li nahiyeya Cindirêsê hejmareke darên zeytûnan yên di navbera herdu gundên Gewrika û Feqîra de qut kirine.

Heman çavkaniyê, wêneyên darên hatine birîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandine û tekez dike ku birîna mêw û darên daristanan li Efrînê berdewam e û li ber çavê desthilatdarên xwecihî û hêzên Tirkiyê tê kirin.
Nehatiye zanîn ku ew darên zeytûnan ji aliyê kîjan koma çekdar ve hatine birîn.

Serepeyv