Tebax 04, 2021 22:46 Asia/Tehran
  • Cinayeta Artêşa Tirkiyê di qirkirina 4 endamên malbatekê de li gundekî Eyn Îsa

Artêşa Tirkiyê a gelek deverên Sûriyê dagir kirine, mala “Zêdan Xelef El-Îsa” a li gundê Sefawiyê yê rojhilatê navça Eyn Îsayê hedef girt û li dijî malbatê komkujî pêk anî.

4 endamên malbatê  “Zêdan Xelef El-Îsa (54 salî) û zarokên wî Ziyad (12 salî), Mûne û Hûda” jiyana xwe ji dest dan.

Têkildarî çarenûsa dayikê û zarokekî din ê malbatê, agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Duh, gundê Sefawiyê (3 km li rojhilatê depoyên Şergirak a başûrê riya M4) bi çekên giran hatibû topbarankirin.

Hemşîreyê li Nexweşxana Umer Elûş a li Eyn Îsayê, Ebdulqadir El-Ehmed got: “Şeva din derdora saet 2:30`an, gundê Sefawiyê yê nêzî Şergirakê hate topbarankirin û malbateke birîndar rakirin nexweşxanê. Ji ber ku birînên wan giran bûn, me nikarîbû bav û 3 zarokên wî tedawî bikin, loma ew rakirina nexweşxana li Reqayê û li wir ev her 4 endamên malbatê şehîd bûn. Birînên dayikê û zaroka mezin a malbatê jî giran in û me ew rakirina nexweşxaneyeke Reqayê. Temenê zarokên ku şehîd bûn di navber 8 heta 10 saliyê de ne.”

Serepeyv