Tîrmeh 31, 2021 15:31 Asia/Tehran
  •  Tirkiye bi topbarankirina Til Refetê tawanên xwe li Sûriyê berdewam dike

Hêzên artêşa Tirkiyê çend deverên sivîl li navçeya Şehba ya li bakurê Heleba Sûriyê ku li bin destê hêzên Kurdî de ye bi tundî topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, topxaneya artêşa Tirkiyê bi topên giran bajarê Til Rifet, gundên Nêrebiyê û Şealê li navçeya Şehbayê kirine armanc.

Hêzên Tirkiyê her wiha her sê gundên Merhinaz, Elqemiyê û Şewarixet el-Erz, ser bi nahiyeya Şera ya herêma Efrînê topbaran kirin.

Heta niha tu zanyarî derbarê zere û ziyan û qurbaniyên topbaranê de nehatine belavkirin.

Til Rifet 25 kîlometran dikeve başûrê rojhilatê Efrînê û YPGê ew bajarok di Sibata 2016an de ji destê çekdarên opozisyona Sûriyê derxistibû.

Piştî êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê hejmareke zêde ya xelkê Efrînê koçberî wê deverê bûne û niha di 5 kampan de dijîn.

Girîngiya Til Rifetê ji wê yekê tê ku li devera Şaehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên YPGê lê hene, herwiha balafirgeha Minnix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye ku di kontrola hêzên Kurdî de ye.

Serepeyv