Şaneyeke DAIŞê li Sûriyê hat girtin
Tîrmeh 27, 2021 09:47 Asia/Tehran
Hêzên Asayîşê yên kurdên sûrî li Kampa Holê şaneyeke DAIŞê girtin ku destê wan di kuştin û tawanên di nav kampê de hebûye.
Ev operasyona Asayîşê piştî wê yekê hat ku 3 kesên Iraqî yên di kampê de hatin kuştin .
Çavkaniyekî ji Rêveberiya Kampa Holê da xuyakirin ku 3 kes hatine girtin ku berpirsê wan tawanane ku di beşa yekem a kampê de hatine kirin.
Li Kampa Holê bêhtir ji 62 hezar kesan dijîn ku %90 a wan jin û zarokên endamên DAIŞê ne.
Ji destpêka îsal heta niha 70 kes di nava wê kampê de hatine kuştin.