Tîrmeh 25, 2021 20:21 Asia/Tehran
  • Bajarê Efrînê hate topbarankirin

Navenda bajarê kurdnişîn ê Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê ku niha artêşa Tirkiyê û çeteyên wê yên ku navê opozisyona Sûriyê li wan kirine, ew dagir kiriye, hat topbarankirin.

Çavkaniyeke taybet ji nav Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, îro derdora saet 13.00 7 top li nav bajarê Efrînê ketin.

Li gorî heman çavkaniyê, ji encama ketina wan topan li çend deverên nav bajarê Efrînê 8 kes birîndar bûne.

Çavkaniyê her wiha diyar kir ku di nav birîndaran de, 4 zarok,  2 jin û 2 zilam hene ku birîna yekî ji wan giran e.

Ji aliyê din ve ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê jî piştrast kir ku 7 roket li navenda bajarê Efrînê ketine.

Li gor nûçeya AAyê di encamê de 7 kesên sivîl birîndar bûne û îdia dike ku ew mûşek ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatine avêtin.

Heta niha derbarê bûyerê de ji aliyê YPGê ve ti daxuyaniyek nehate dayîn.

Serepeyv