Li binkeyê hêzên Amerîkayê yê Dêrazorê de teqînek pêkhat
Li kargeha gaza Konîko li Dêrazorê ku hêzên Amerîkayê lê dimînin û wê wek baregeheke leşkerî bi kar tînin teqînekê rû da.
Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, teqîneke mezin li kargeha gaza Konîko li Dêrazorê ya ku hêzên Amerîkayê lê dimînin rû da û heta niha ziyanên wê teqînê nayin zanîn.
Kanala Sky News ya Erebî jî ragihand, ji zarê Navenda Zêrevaniya Mafê Mirovan a Sûrî ragihand ku mûşekek nû bingeha herî mezin a hevalbendiya Navneteweyî li Sûriyê kir armanc.
Li gor vê nûçeyê ev êriş evdemê rahênana hêzên hevalbendiya hanê û yên HSD pêk hatiye.
Heya niha ti reporek derbarê ziyanên canî û madî yên vê êrişê vê êrişê li zeviyê neftê ya Omar ya li dijî hêzên amerîkî nehatiye weşandin, lê belê berpirsekî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ji ajansa “Reuters” re aşkere kir, mûşekekê hêzên wan li Dêrazorê kiriye armanc û ti ziyanên canî û madî nebûne.