Êrîşa li dijî baregeha leşkerî ya Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê
Li gor çavkanî û medyayên nûçeyan hevdem êrîşa li ser baregeha Eyn Esed a li Enbara Iraqê, bargeha leşkerên Amerîka li devera neftzêm a Heqil El Umer li Dêrazorê li rojhilatê Sûriyê bi balafirên bêfirokevan hatiye armanckirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand ku vê sibehê li dijî herêma Heqil El-Umer a Dêrazorê êriş pêk hatine. Li gorî agahiyan, bêyî ku zirar çêbibin êriş hatine tekbirine.
Li gorî agahiyên ku berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Tiwîttera belav kirine, îro di saet 10:15an de li dijî kêlgeha neftê ya Heqil El-Umerê ya Dêrazorê ku hêzên HSDê û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyê bi serkêşiya Amerîkayê lê bi cih dibin, bi dronan (balafirên bê pîlot) êriş pêk hatine.
Herwuha Şamî diyar kir ku li gorî raporên destpêkê di êrişan de ti zirar çênebûne û hêzên wan ên pispor êriş têk birine. Şamî amaje bi wê yekê jî kir ku heger hûrgiliyênên nû derbarê êrişê de hatin bidestxistin, wê bên parvekirin.