Hezîran 26, 2021 09:20 Asia/Tehran
  • Efrîna dagirbûyî; Çeteyên ser bi Tirkiyê 1500 dar birîn û dest danîn ser du malan

Komên çete yên girêdayî îstîxbarata Tirkiyê li Efrînê hezar û 500 darên zeytûnan qut kirin û dest danîn ser du malên welatiyekî.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), "Çavkaniyan ji herêma Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku çeteyên bi navê Furqet El-Hemzat a girêdayî dewleta Tirkiyê li gundê Kokanê yê navçeya Mabatayê hezar û 500 darên zeytûnan ê şêniyê bi navê Behcet Ebdo birîn. Behcet Ebdo hevserokê berê yê Desteya Parastinê ya herêma Efrînê bû.

Li gorî çavkaniyan, artêşa Tirkiyê û îstîxbarata Tirkiyê mala Ebdo ya li gund kir baregeheke leşkerî û dest danî ser maleke din ê ayidê wê li bajarê Efrînê."

 

Serepeyv