Hezîran 22, 2021 22:47 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Artêşa Tirk û çetên wê eniya Sacûr û gundên bakurê Minbicê û yên Girê Spî topbaran dike

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê careke din dirêjeya xeta çemê Sacûr û tevahî gundewarên bakurê Minbicê û gundên Girê Sipî bi çekên giran topbaran kir. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a ketina nuqteyeke meclisê têk birin û di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di dirêjahiya du rojan de artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi wê gundewarên bakurê Minbicê û nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li seranserî xeta Sacûrê topbaran dike. Artêşa dagirker devera gundê Seyade yê bakurê rojavayê Minbicê heta bi gundê Hoşeriyê yê bakurê rojhilatê bajêr topbaran kir.

Artêşa Tirkiyê mal û zeviyên sivîlan ên li seranserî xeta Sacûrê bi çekên giran topbaran kir.

Navenda ragihandinê destnîşan kir ku topbaran di saet 4’an sibehê de heta saet 5’an berêvarê dewam kir, pê re nêzî 170 moşek li zeviyên çandinî, gundên tê de şênî hene û malên sivîlan ketin.

Gundên ku hatine topbarankirin; Seyade, Dendeniye, Farat, Eseliye, Camûsiye, Ereb Hesen, Mihsenlî, Ewn Dadat, Toxara Mezin, Toxara Biçûk, Cat û Hoşeriyê.

Di encama topbaranê de mal û milkên sivîlan şewitîn.

Li gorî navenda çapemeniyê, ji ber topbarana dijwar şêniyên gundên Elseliye û Dendeniye ji malên xwe derketin û berê xwe dan bajêr.

Navendê ragihand ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê di çarçova parastina rewa de li gundê Seyade bersiva êrişan da û li baregeha artêşa Tirkiyê a li gundê Yaşlî û nuqteyeke girêdayî wan dan.

Çeteyek li gundê Yaşlî birîndar bû, du erebeyên leşkerî yên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Heloncî yê li aliyê din ê çemê Sacûrê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê a dagirker de hatin rûxandin.

Dema ku çeteyan hewl didan derbasî nuqteyeke hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li gundê Toxar bibin, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva wan da û di encamê de şerekî giran derketji ber wê çeteyek hat kuştin û 3 çetên din jî birîndar bûn û yên mayî jî reviyan.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê herwiha gundên Xirbet Beqer, Erîda, Kor Hesen, Sovan, Silîb û Leqluq ê rojavayê Girê Spî topbaran kirin.

Serepeyv