Hezîran 21, 2021 16:48 Asia/Tehran
  • QSD’ê 4 çeteyên DAIŞ’ê ku li kampa Holê bûyerên kuştinê pêk dianîn, girtin

QSD’ê ragihand ku 4 çeteyên DAIŞ’ê girtine. Li gorî daxuyaniya QSD’ê her çar çeteyan gelek bûyerên kuştinê yên li kampa Holê plan kirine û pêk anîne.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (Hawar), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ragihand ku 4 çeteyên DAIŞ’ê ku her çar jî ji Iraqê ne, li kampa Holê girtine. QSD’êda zanîn ku ev çete tev li gelek bûyerên kuştinê yên li kampa Holê bûne.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de got:  “Hêzên me li kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê, 4 çeteyên DAIŞ’ê ku plan û kuştina 3 sivîlan ku yek ji wan jin bû, pêk anîbûn, girtin û lêpirsîn bi wan re kirin.

Her çar çete ji Iraqê ne û piştî têkbirina DAIŞ’ê a li Baxozê di nava sivîlan de xwe gihandibû kampê û dest bi birêxistinkirina xwe kiribû.

Li gorî îtîrafên çeteyan, wan perspektîfên xwe ji serçeteyên derve digirt ku bi rêya hejmarên telefonan ên Tirkiyê xwe digihandin hucreyên razayî yên hundirê kampê. Naveroka perspektîfên serçeteyan ew bû ku divê nişteciyên kampê tev li dersên ku teşwîqa terorê dike, bibin û kesên wan perspektîfan pêk neynin, divê werin cezakirin.

Li gorî çeteyên hatin girtin, gelek şêwazên cezakirina kesên ku bertek li hember wan nîşan didin, hene lê yên herî li pêş kuştin û serjêkirin bû.

Çeteyan tekez kir ku hemleya dawî ya hêzên ewlekariya hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk rê li ber gelek bûyerên terorî ên ku hucreyên çeteyan bi alîkariya jinên DAIŞ’ê yên dixwestin di hundirê Kampê de pêk bînin, girt.”

Serepeyv