Hezîran 17, 2021 01:05 Asia/Tehran
  •  Şêniyên Dêrazorê êrişên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin

Bi dehan şêniyên rojhilatê Dêrazorê meşek li dar xist û bi rêya wê sûcên dewleta Tirk a dagirker û kiryarên wê yên derqanûnî yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê dawiyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Sûriyê bi rêya siyasetên bi armanca şikandina vîna gelan û derbekirina aboriya wê mîna qutkirina ava çemê Firatê û hwd, zêde bûn.

Ji bo redkirin û şermezarkirina wan sûcan, bi dehan şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê meşek li dar xist.

Serepeyv