Hezîran 15, 2021 09:59 Asia/Tehran
  •  YPG: Ti têkiliya me bi êrişa li Efrînê re nîne

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd êrişa li Efrînê şermezar kir û got “Tu têkiliya me pê re nîn e, ji ber ku armancgirtina sivîlan ne ji prensîbên me ye. Ji bo rizgarkirina gelê xwe ji terora ku bi piştgiriya Tirkiyê li Sûriyê belav bûye, em şerê teror û dagirkeriyê dikin.”

Li gorî nûçeya Rûdawê, Berdevkê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd di derbarê hedefgirtina nexweşxaneyeke li Efrînê, ku roja Şemiya borî hatibû kirin û tê de 23 kes bibûn qurbanî, daxuyaniyek da Nûrî Mehmûd diyar kir ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yekser hêzên wan tawanbar kirine û got: “Di 12ê Hezîranê de nexweşxaneyeke li bajarê Efrînê rastî êrişekî hat û tê de hejmarek ji sivîlên bêguneh jiyana xwe ji dest da. Wekî her tim, serokê dewleta Tirkiyê Erdogan rasterast û bi agahiyên derew hêzên me bi vê êrişê tawanbar kirin.”

Di peyama xwe de Nûrî Mehmûd dibêje: “Hikumeteke wekî hikumeta Tirkiyê ku terorê li hundir û derve û bi taybet li Sûriyê pêk tîne, nikare tu kesên din bi terorê tawanbar bike. Ew nikare wek parastvanên sivîlan xwe nîşan bide di demekê de ku ew bi xwe terorê bi hemû rengên xwe li heremên dagirkirî pêk tîne û rasterast ji aliyê hikumeta Erdogan ve pêk tê.”

Berdevkê Fermî yê YPGê êrişa li Efrînê şermezar dike û wiha pê de çû: “Ti têkiliya me pê re nîn e, ji ber ku armancgirtina sivîlan ne ji prensîbên me ye û ne şêwazê têkoşîna me ye. Ev çend sal e ji bo rizgarkirina gelê xwe ji terora ku bi piştgirtiya Tirkiyê li Sûriyê belav bûye, em şerê teror û dagirkeriyê dikin. Em dubare tekez dikin ku çawa me berê têkoşîn kiriye, dê parastina sivîlan bimîne armanca me ya sereke di hemû şeran de.”

 

 

Serepeyv