Hezîran 01, 2021 16:32 Asia/Tehran
  • Amarên nû derbarê dûhatên dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê va

Şerê navxweyî li Sûriyê ku ji sala 2011 ve berdewam e, ziyaneke gelekî mezin gihande hemû warên jiyanê li wî welatî.

Li gorî rapora Rûdawê, Li gorî raportekê, ku ji aliyê "Navenda Destpêşxeriya Çaksaziya Erebî" ve hatiye amadekirin, rewşa wî welatî bûye sedema zêdebûna pîsbûn û gemara ba, hewa, av, xak û zeviyên çandiniyê û wê yekê bandoreke nerênî li ser tendirustiya xelkê kiriye.

Jîngeha bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ziyaneke mezin dît, kêmbûna çandiniyê, birrîna daran û zêdebûna dûmana patrolê û avêtina zibil û gilêşê li ser kolanan, hemû bi hev re bûne sedema ziyaneke mezin.

Raporta "Navenda Destpêşxeriya Çaksaziya Erebî" behsa wê yekê dike ku, li Sûriyê nêzîkî 79 milyon darên zeytûnan hene, lê ji ber şer hejmareke zêde ji wan daran hatine birrîn, şewitandin û jinavbirin.

Behsa wê yekê jî hatiye kirin ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê, ji 18 milyon darên zeytûnan, li Herêma Efrînê, 500 hezar dar birrîne.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku çekdarên ser bi Tirkiyê bêhtirî mîlyonek û 300 hezar dar li herêma Efrînê birrîne, di nav wan de darzeytûn, darên mêwe û daristanan ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve, hatine qutkirin.

Ji 18 milyon darên zeytûnan, 300 darên temen mezin in û gelekî kêm peyda dibin, ku temenê wan bi sed salan in.

Bêhtirî 14 hezar û 400 darên mêweyên henar, hirmî, sêv, behîv û darên fistiqan ji aliyê heman çekdaran ve hatine birrîn.

Çekdaran 15 hezar darberû jî qut kirine.

Tenê di sala 2020î de 72 hezar dar ji aliyê çekdarên ser bi dijberên Sûriyê ve hatine birrîn.

 Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê jî, dibêje bi tevahî li Herêma Efrînê milyonek û 550 hezar dar hatine birrîn.

Her li gorî wê navendê, bi giştî darên ku li ser destên çekdaran hatine birrîn û şewitandin 625 hezar in.  Nêzîkî 700 hezar darên din ên daristanan jî hatine birrîn û şewitandin.

 Ji 33 hezar hektar zaviyên çandiniyê, bêhtirî 11 hezar hektar zevî li ser destê grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê hatine şewitandin.

8 mîlyon darên din jî, hîn teze bûn, lê ziyanên mezin gihiştine beşekî ji wan daran.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan eşkere dike ku, berhem û dahata wan daran %70 ji dahata xelkê herêma Efrînê bû.

Bi wê yekê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, dest danîne ser %90 ji berhema zeytûnan, yanî tenê nêzîkî %10 ji xwediyan re maye, yên din çekdar dibin û talan dikin.

Grûpên çekdar berhemên zeyt û zeytûnan bi rêya deriyê sînorî yê Gundê Hemamê, li nahiyeya Cindirêsê, derbasî Tirkiyê dikin û wan berheman bi navê berhemên Tirkiyê difiroşin bazarên cîhanî, çi li bazarên welatên Ewropa û çi jî li Amerîka. Tirkiyê zeyt û zeytûnên Efrînê bi navê xwe dike marke û difroşe.

Bihayê zeyta talankirî ji Efrînê, li ser destên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, bi qasî 80 milyon heta 150 milyon Euro tê texmînkirin.

Di her salekê de, bêhtirî 50 hezar ton zeyta zeytûnên Efrînê li Tirkiyê tê firotin. Lê dahata wê, ji xelkê Efrînê re naçe, ji çekdar û Tirkiyê re diçe.

Serepeyv