Heleb - Awareyê efrînî di nava rewşên zehmet ên koçberiyê de guldankan çêdike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i326590-heleb_awareyê_efrînî_di_nava_rewşên_zehmet_ên_koçberiyê_de_guldankan_çêdike
Welîd Mihemed Nûrî di nava rewşên zehmet ên koçberiyê de û paşketina rewşa aborî de çêkirina guldankan hilbijart û ji xwe re wek karekî dît.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 26, 2021 07:28 Asia/Tehran
  • Heleb - Awareyê efrînî di nava rewşên zehmet ên koçberiyê  de guldankan çêdike

Welîd Mihemed Nûrî di nava rewşên zehmet ên koçberiyê de û paşketina rewşa aborî de çêkirina guldankan hilbijart û ji xwe re wek karekî dît.

Welatiyê bi navê Welîd Mihemd Nûrî Ebdo ji gundê Matîna yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ye. Bavê 4 zarokan e. Ji sala 1990`î ve xebata nehasiyê dike lê ji ber koçberî û rewşên aborî yên zehmet, buhabûna madeyên sereke neçar ma ku berê xwe bide karekî din.

Welîd Mihemed Nûrî ev nêzî 2 mehan e xebata xwe guherand û dest bi çêkirina guldankan (vaze) kiriye.

Welîd xwest ku tabloyekê ji cam û nehasê çêke da ku karê xwe yê berê bîne bîra xwe. Ji ber wê jî peykerek ji ihramatên Misirê re çêkir û di dukana xwe ya li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd daliqandiye.

Welîd wiha behsa zehmetiyên karê xwe kir: "Min zehmetî di peydakirina hin madeyan de didît. Ji ber ku ji Lubnanê dihatin Helebê û buhayê wan jî bilind bû."

Têkildarî fêrbûna kar Welîd ev tişt anî ziman: "Ev kar nêzî karê min ê berê ye. Min hin şaşî di şêwazê çêkirina peykeran de bi rêya lêkolîna li ser înternetê, derbas kir."

Welîd diyar kir ku guldank bi 8 hezar heta 10 hezer lîreyên Sûriyê têne firotin û peyker jî li gorî dema amadekirinê diguherin.