Nîsan 28, 2021 11:33 Asia/Tehran
  • Li Cerablusa dagirbûyî ji aliyê Tirkiyê ve du teqîn çêbûn

Li bajarê Cerablusê yê bakurê Sûriyê ku niha Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kiriye, li du cihan di heman demê de teqîn çê bûn, li gor agahiyan despêkê di êrîşê de zarokek hat kuştin, 20 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku li bajarê Cerablusê ser bi Helebê yê dagirbûyî ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê, hevdem otomobîlek û motosîkletek hatin teqandin.

Di encama êrîşan de li gor zanyariyên despêkê zarokek hat kuştin, 20 kesên din birîndar bûn û eger heye ku hejmara miriyan zêde bibe. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Cerablûsê. 

Hat zanîn ku motorsîklet li nêzîkî navendeke berê ya leşkerî li bajarê Cerablusê teqiya.

Heya niha ti aliyekî berpirsyaretiya van teqînan negirtiye sikura xwe.

Serepeyv